Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Volkêr daxwaza sekinandina bidarvekirinan li Îranê de kir

10:30 - 16 Hezîran 2026

Rêjîma Îranê ji destpêka sala Zayînî ve zêdetir ji 40 girtî bi tohmetên ewlehî bidar vekirine.

Volker Turk Komîserê Payebilind ê Mafê Mirovî yê Rêkxistina Netewên Yekgirtî ragihand ku ji destpêka sala nû a Zayînî ve heta niha, zêdetir ji 40 girtiyên siyasî û nerazî ji rêjîmê, li Îranê de bi tohmetên pêwendîdar bi “ewlehiya netewî” hatine bidarvekirin ku 18 kes ji wan, xwenîşanderên nerazî bûne.

Herwisa navbirî ragihand ku berpirsên rêjîmê dest avêtine tepeserkirina dujwar û hezaran kes binçav kirine û civaka medenî zêdetir sînordar kirine.

Volker Turk Komîserê Mafê Mirovî yê Rêkxistina Netewên Yekgirtî herwisa pêşewazî ji lihevkirina li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîmê de kir û ragihand ku li vê dema hestiyar de rohn e ku hemû alî dibe li asteke bilind de xweparêziyê bikin û bo birêveçona lezgîn û bi niyeteke erênî bo lihevkirinê, hewlê bidin.

Navbirî daxwaz kir ku hewceye rêjîma Îranê hindî zû sizayê bidarvekirinê bisekinîne û girtiyan serbest bike, û hivî xwest ku mijara şer û agirbest û lihevkirinê, nebe sedemê piştguhxistina rewşa ku li Îranê de bi ser girtiyan de hatiye sepandin.