Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka, Ew raporane bi nûçeya nerast binav kirin ku Îdiaya vê dikin Amerîka 300 Milyon Dolarî dide Îranê, wî li peyama xwe de li tora civakiya Tirush Soşyalê de nivîsiye, Îranê qebûl kiriye çeka etomî nebe, herwisa xebera dana 300 Milyon Dolarî ji aliyê Amerîka ve bi Îranê, nerast e ku demokratên nezan belav kirine.
Berê rojnameya Faînaşnal Time, roja Dûşemî raportek belavkiribû ku tê de kabîneya Tiramp berhevdana piştgîrîkirin li çêkirina sendûqa berhemanîna 300 Milyard Dolar bo avedankirina Îranê dike, lê Donald Tiramp li peyamekê de îşare bi hejmara 300 Milyon Dolar kiriye, nek 300 Milyard Dolar.
Rojnameya Faynaşnal Time li zimanê çavkaniyek agehdar ve nivîsiye, ew sendûqa 300 Milyard Dolar ku kabîneya Donald Tiramp bo Îranê li ber çav girtiye, ji aliyê wan şîrketan ve tê dabîn kirin ku xweziya berhemanînê li Îranê de dixwazin, û çavkanî yên darayî ji aliyê Hikumetan ve nabe.