Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê Îranê dikare bibe mijara sereke ya civîna serokên G7

10:41 - 16 Hezîran 2026

Digel destpêkirina civîna serokên G7, çavnihêrî tê kirin ku şerê Îranê û rêketina dawî ya di navbera Tehran û Waşingtonê de bibe mijara sereke ya gotûbêjên rêberên welatên endam.

Li gorî rapora “CNN”ê, Donald Tiramp hizir dike ku bi gihîştina rêketinekê digel Îranê bi bihêziyek taybet dê li vê civînê de amade be, her çend rêketin û lihevkirinek destpêkî hatiye bidestxistin, lê hîn jî gelek pirs li ser hûrguliyên wê û asta pabendbûna her du aliyan bi soz û peymanên wan re maye.

Rêberên G7ê di mehên borî de digel pirisgirêkên aborî û girtina demdirêj a Tengava Hormozê, û bilindbûna bihayê wizeyan re rû bi rû bûne.  Û Tiramp jî gelek caran rexne li welatên endam yên vê girûpê girtibûn ku beşdarî parastina vê rêya avî ya stratejîk nakin; mijarek ku bandor li ser civîna îsal jî heye.

Li gorî vê raporê, serokê Misirê, Qeter û Îmarata Yekgirtî a Erebî jî roja Sêşemê bi vexwendina Emanuel Mekronê Serkomarê Firansê, dê beşdarî civînê bibin da ku li ser mijarên herêmî û encamên rêketina Îran û Amerîkayê bi rêberên G7ê re biaxivin.

Donald Tiramp dê bi awayekî cuda bi rêberên van sê welatên Ereban re civîn û gotûbêj bike.