Axiosê, ragihandiye ku “John Ratcliffe” berpirsê saziya “CIA” gotiye Donald Tiramp û berpirsên din ên payebilind ku pêka belgeyên ku ji aliyê ajansên ewlehî yên Amerîkayê ve hatine komkirin, şik û gumanên micid li ser amadebûna paşmaweyîn rêjîma Îranê bo erêkirin û cîbicîkirina sozên navkî, hene.
Vê malperê li roja Sêşemê, 16ê Hezîranê, ragihand ku “John Ratcliffe” bi tenê kesê di tîma payebilind a Donald Tiramp de nîne ku şik û guman li cîbicîkirina wan xalan ji aliyê paşmaweyîn rêjîmê hene û “Marco Rubio” Wezîrê Derve û “Pete Hegsett” Wezîrê Berevaniyê jî dîtingehên xwe ragihandine û li ser reşnivîsa lihevkirinê ya di navbera Îran û Amerîkayê bi taybet xalên taybet bi bernameya navkî, nigeraniya xwe dane xuya,
Ji aliyê din ve, “J.D. Vance” Cihgirê Serkomarê Amerîkayê û “Steve Whitakaf” û “Jared Kushner” piştevanî li lihevkirinê kirine.