Pêka rapora “NBC” spaha pasdaran a terorîst piştî ragihandina lihevkirina digel Amerîkayê bo sekinandina şer ku li roja Yekşemiyê hatibû ragihandin, li tengava Hormozê de bi berdewamî dironên xweteqîn avêtine gemiyên ticarî ku pêka vê raporê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve li esman de hatine teqandin.
Pêka rapora “NBC”, ti xisareke malî û canî negeheştiye wan gemiyan, lê spaha pasdaran a terorîst bi berdewamî hemû şevê çendîn diron avêtine wan gemiyan, û Artêşa Amerîkayê jî bi berdewamî li hevahengî digel kompaniyên gemiyan de ye û ewlehiya gemiyan li tengava Hormozê de diparêze.
Paşmaweyên rêjîmî li vê derheqê de ti bertekek ji xwe nîşan nedane, lê hinek rapor li derheq dengê teqînan li wan çend şevên derbasbûyî de hatine bihîstin.