Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku Komara Îslamî ji bo veşartina şikestên xwe yên siyasî, leşkerî û ewlehiyê, pêlek nû ya darvekirin û serkutkirina girtiyên siyasî, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, dest pê kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye ku darvekirinên siyasî û tepeserkirina berdewam a têkoşeran hewldanên tirsandina civakê û parastina desthilatdariya rejîmê ye. Bi nêrîna vê hevpeymaniyê, ev siyaset di demekê de tundtir bûye ku rejîm li asta navneteweyî bi kirîz û têkçûnên stratejîk re rûbirû bûye.
Ev daxuyaniyê darvekirina ew kesan ku bi tohmetên “sîxurî” an “şerê çekdarî” tên tohmetbarkirin wekî amûrek bo tolhildan ji xelkê mafxwaz binav dike û bal dikişîne ser vê yekê ku civaka cîhanê divê wan kiryaran ne tenê wekî binpêkirina mafên mirovan, belkû wekî “tawanên şer” û “tawan li dijî mirovahiyê” jî binirxîne.
Hevpeymaniyê herwisa haydariyek daye ku her danûstandin an agirbestek bi Komara Îslamî ya Îranê re, heke bi rawestandina serkutin û darvekirinan neyê girêdan, dê bibe sedema berdewamkirina siyaseta kuştinê û dirêjkirina temenê rejîmê.
Di dawiyê de, Hevpeymaniyê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, Parlemana Ewropayê û hikûmetên demokratîk kir ku givaşên siyasî û dîplomatîk li ser Komara Îslamî zêde bikin û pirsgirêka darvekirin û serkutinê li Îranê bikin mijareke bingehîn a asta navneteweyî. Herwisa bang li neteweyan û hêzên opozîsyona Îranê kir ku bi yekrêzî û hevtêkoşînê li hember siyasetên rejîmê rawestin.