N.Nûredîn Sofîzade
Roja 27ê Cozerdanê, 46 sal bi ser damezrandina Radyoya Dengê Kurdistana Îranê re derbas bûn. Ev radyoya şoreşgê di serdemeke gelekî dijwar de dest bi weşana xwe kir, di demekê de ku Komara Îslamî ya Îranê êrîşeke berfireh a leşkerî û propagandehî kiribû ser destkeftiyên gelê Kurd û tevgera wê ya dêmokratîk. Di bin siya reş a sîstema sitemkar û daxistina hemû dengên azad de, Dengê Kurdistana Îranê bi peyama Rêberê Şehîd Dr. Qasimlo bû alternatîveke bihêz û banga rastiyê.
Tevî hemû kêmasiyên teknîkî, nebûna îmkanên madî, bombebaranên berdewam û parazîtên giran ên rejîmê, radyoyê tu carî paşvegav neavêt. Ji ber rastbêjî û weşandina nûçeyên rast û herwext ên xebata Pêşmerge, ev radyo di nava demeke kurt de bû cihê bawerî û herî bilind a raya giştî ya Kurdistan û Îranê.
Dengê Kurdistana Îranê ne tenê damezravekî siyasî û leşkerî bû, belku dibistaneke mezin a rewşenbîrî, çandî û civakî bû. Radyoyê bi bernameyên xwe şerê bîrûbaweriyên paşverû, parastina mafên jinan, zarokan û neteweyên bêmaf kir. Herwisa di warê parastina ziman, vêje, dîrok û hunera kurdî de roleke dîrokî lîst. Bi zimanê xwe yê sade û zelal, paqij û rastbêj, vê radyoyê karîbû aloztirîn pirsên siyasî bighîne dil û mejiyê her malekê.
Di vê salvegerê de, em silavên xwe dişînin bo hemû kedkar û têkoşerên ku ev mîrata giranbiha parastin û gihandine vê astê ku heya hemî xelk û bi taybet guhdarên vê yên hêja bi a xwe û dengê xwe bizanin. Hekî çi îro serdem û amûrên ragîhandinê guhertn bi ser de hatiye û teknolojî roj bi rojê pêş dikeve û serdemê înternêt û ênformatîk û torên civakî û hişê destkird e, erkê me ye ku em li ser vê mîratê, neînku li ser amûrê vê belku li ser xeta şoreşgêrî û resalet û peyamên vê, bi mifahvergirtina ji emrazên pêşkeftî berdewam bin, daku fêm û naveroka vî dengê resen li gorî daxwazên serdem, dewlemendtir û bi bandortir bikin. Silav li 46 saliya vê banga azadiyê ku hîn jî deng û yad û bîreweriyên vê, li dil û xatira xelkê Kurdistanê û guhdarên vê de maye.
Pîroz be yadê 46 saliya damezrandina Radyo Dengê Kurdistana Îranê