Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina 31 girtiyan di çar rojan de, ji aliyê rêjîma mirovkuj ve

11:56 - 18 Hezîran 2026

Maşîna kuştarê a dîktatoriya olî li Îranê de, ji tirsa serhildana xelkê, tenê di çar rojan de, ji şemiyê heta sêşemiyê 26'ê Cozerdanê, herî kêm 31 girtî hatin bidarvekirin. Bi vî awayî, her sê demjimêran carekê girtiyek hatiye sêdaredanê.

Şemî 23'ê Cozerdanê: Celadan 8 girtî li girtîgeha Qizilhisarê bidarvekirin: Seyîd Ekber Benîhaşim, Emîr Ebas Dekawend û 6 girtiyên din ku nasnameya wan nehatiye aşkera kirin.

Yekşem: 10 girtîcanê wan jê hate standin: Hesen Hisêynî Narûyî û Elîbexş Reîsî ku welatiyên Belûç bûn li Zahedanê, Mecîd Zerînpûr li Şîrazê, Sed'an Hesnî li Hemedanê, Emîn Recebiyan li Şîrwanê, Elî Elîpûr li Amolê, Mihemed Cewad Selmanî li Kaşanê, Seyîd Ednan Mûsevî li Ehwazê, Hesen Fatîmî li Sariyê û Emîr Kefaşî li Şîrazê.

Doşem 25'ê Cozerdanê: 8 girtî hatin bidarvekirin: Mihemed Emîn Narûyî û Belal Seadet-Cîhanî li Bîrcendê ku jî welatiyên Belûç bûn, Aram Zareî li Sineyê, Hemîdrîza Efşarîpûr, Mihemedriza Geşûl û Ferîborz Ceiferî li Îsfahanê, Resûl Etapûr li Tewrîzê û Elî Ehmedî Balsînî li Qezelhesarê.

Sêşemê: 5 girtî bi sêdara mirinê: Omer Şebexş û Xefûr Şebexş ji welatiyên Belûç li Yezdê û Mehmûd Ehmedî li Sineyê.