Êlî Kohên, Wezîrê enerjiya Îsraîlê û endamê Kabîneya ewlehiya wî welatî ragehand, Têl Avîv xwe li hember tu rêkeftinekê de pêbend nizane ku ewlehiya welatê wî dabîn neke û hoşdarî da li egera destpêkirina bernameya Etomî yan mûşekên balîstîkî ên Komara Îslamî, Îsraîl amadeyê êrîşên serbazî ye.
Kohên li hevdîtinekê de ligel kanala El-Hurre tekezî kir ku Îsraîl xwediyê şiyana hewalgîrî û serbaziya pêwîst bo lêdana zirarên berçav li rejîma Îranê ne.
Wezêrî enerjiya Îsraîlê Hizbûlah wekî, baskê Komara Îslamî, bi nav kir û got heya neyê çek kirin, ewlehî çê nabe û hoşdarî da li egera her êrîşek li xaka Lubnanê ve bo ser Îsraîl, Arteşa Îsraîlê wê seranserê wî welatî bi taybet Beyrûtê bombebaran bike.
Kohên di dawiyê de rexne li Turkiye û Qeterê girt û ev Ankara bi piştevanîkirina Hemas û Dohe bi piştevanîkirina Tehranê û girûpên teroristî tometbar kir.