Serkomarê Amerîka Donald Tiramp hişyarî da ku her guhertinek di lihevkirina aştiyê de an jî pabendnebûna Îranê bi sozên xwe re, dikare bibe sedema bersiveke serbazî ya bilez ji aliyê Amerîkayê ve.
Tiramp got: Heke ez ji peymanê razî nebim, em ê dîsa bombeyan bi ser wan de bibarînin.
Wî her wiha anî ziman: Heke ew rast tevnegerin, em ê dîsa vegerin û em ê bombeyan rastî navenda serê wan bixin.
Tiramp di berdewamiyê de ev lihevkirin bi peymana navokî (Bercam) ya serdema Obama re da ber hev û îdîa kir ku hikûmeta Obama hewl dida bi dayîna îmtiyazên darayî, ji vê qeyranê derkeve.
Wî got: Hûn dizanin Îraniyan çi kir? Bi Obama keniyan û gotin: Ew bê aqil û sefêkekî tevav e."»
Tiramp tekez kir ku nêzîkatiya hikûmeta wî ji polîtîkayên hikûmetên berê cuda ye û her peymanek bi Îranê re divê ligel pêkanîna tam a sozan û garantiyên be.