Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa nan li bajarê Urmiyê heta %100 bilind bûye

12:50 - 18 Hezîran 2026

Cewad Necefiyan, Serokê Sendîkaya Nanvaxaneyan li Urmiyê ragihandiye ku ji rêkefta 25ê Cozerdanê ve nirxa nû ya Nan ji 70 heta %100 bilind bûye û li sîstema nanîno de, bi rê ve çoye û pêka rapora “IRNA” a ser bi rêjîma Îranê, bilindbûna nirxa Nan li ser biryara kargurûpa Ard û Nan ya parêzgeha Urmiyê, 70 heta %100 bilind bûye.

Pêka biryara nû ya nirxa nan, her nanekî lewşê maşînî a yaraneyî bi hezar û 700 tûmen, lewaşê yaraneyî yê tendûrê bi 2 hezar û 500 Tûmen, nanê sengek yê yaraneyî bi 8 hezar û 500 Tûmen û nanê berberî yê yaraneyî bi 6 hezar û 750 Tûmenî bi xelkê tê firotin.

Herwisa serokê vê sendîkayê, bilindbûna heqdesta kedkaran, nirxa bîme, xercê madên destpêkî, îcare û tewerom, bi sedemên bingehîn ên bilindbûna nirxa nan daye xuya.

Bilindbûna nirxa nan li halekê de ye ku li wan heyvên dawiyê de bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê û zêdebûna nirxa teweromê, givaşeke gelek zêdetir xistiye ser malbatan ku dahatek kêm hene an li qata navîn a civakê ne.