Çend Sînatorek Komarîxiwaz ên Amerîka guman û rexnên tund li ser reşnivîsa lêktêgiheştina di navbera welatê xwe û rejîma Îranê, dane xûya.
Can Tûn, Serokê Meclîsa Senayê ragehand ku eva tenê çarçêweyek despêkîye û nabe wek rêkeftina dawî bê mêzekirin.
Hevdem Têd Kiroz, Senatorê Komarîxiwaz, bi tundî êrîş kire ser deqa rêkeftinê û got, dana Milyardan dolar bi kesên serkêşên hikumeta olî ku dixwazin me bikuj in, bîrokeyek baş nîne, Kirûz bi taybet rexne li egera wergirtina bacê ji aliyê Îranê ve li Tengava Hormozê de li piştî ev mohleta 60 rojî girt.
Heriwsa Bêll Kasîdî, Senatorê Lûyzyana ragehand ku Îran hîn bûye gefa Tengava Hormozê karsaze û li pêşerojê de jî wek emraza givaşê wê bikar bîne.
Ji aliyekê din ve, Demokratên Kongirê daxwaz ji Marko Robyo, Wezîrê derve ê Amerîka kirine rohinkirina bilez li ser hûrgilî, Mekanîzma cîbicîkirin û bandorên wê rêkeftinê li ser bernameya Etomî û nifûza herêmî a Îranê bide.