Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Tiramp û Mesûd Pizişkiyan, lehevkirin wajo kirin

12:52 - 18 Hezîran 2026

Koşka Sipî li roja Çarşemî 17ê Hezîranê li devedevê wajokirina lihevkirina demkî di navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîma Îranê li Swîsê, naveroka tevav a lihevkirinê belav kir, Ev yek li halekê de ye ku pêka gotina berpirsên Amerîka û rêjîma Îranê, lihevkirina dawîanîn bi şer bi awayê dîcîtalî ji aliyê Donal Tiramp û Mesûd Pizişiyan ve hatiye wajokirin.

Îsmaîl Beqayî, berdevkê wezareta derve ya paşmaweyên rêjîma Îranê jî li vê rojê de ragîhandiye ku lihevkirin bi cihê berpirsên danûstankar, renge ji aliyê serkomarê Amerîka û Mesûd Pizişkiyan ve bê wajokirin û piştre tekez kir ku Mesûd Pizişkiyan bi awayê dîcîtal ew lihevkirin wajo kiriye û êdî hewce nake ku li Swîsê de rêûresma wajokirina vê lihevkirinê bi rê ve biçe, lê egera birêveçona vê, bi armanca danûstandina li ser bernameya navkî heye.