Rojnameya Niyoyork Taimiz, li şiroveyekê de li derheq lêktêgiheştina di navbera Amerîka û rêjîma Îranê nivîsiye, ew rêkeftin di demekê de hatiye wajokirin ku piraniya rexnegiran wa dizanin destkeftên wê ji Bercam kêmtir e.
Wê rojnameyê aşkera kir ku sendûqa avedankirina pêşbînîkirî li vê rêkeftinê de, dikare çavkaniya darayî a zêdetir li Bercamê bixe berdestê rejîma Îranê.
Li gorî raporta Niyoyok Taimizê, ew mijar cuda li pirsa Agirbestê û danûstandinên etomî, pilanek li xwe digre û bo rakêşana aliyê kêm 300 Milyard dolar berhemanîn li abûriya Îranê de.
Dîplomatekî agehdar, bi vê rojnameyê ragehand ku pitir ji nîveya wî dirafê pêşwexit ji aliyê Kompanyayên Amerîka, Rojhelata Nawîn, Asiya, Amerîka ya Başûr û Afrîqa, soz bi wan hatiye dan.
Li beşeke din a raporê de hatiye ku Donald Tiramp li civîna G7 ê de, rexne li şêwaza mamelekirina Îsraîlê ligel Hizbûlaha girtiye.
Niyoyork Taimiz, radigehîne: Tiramp nerastewxwe şiyana mûşekî a Îranê qebûl kiriye û ragehandiye ku Waşington li çarçêweyek cûda de ligel welatên Kendavê li derheq mûşekên balîstîkî ên Tahranê gotûbêjê dike.