Fermandihiya Navendî ya Amerîkayê “Sentkam” ragihand ku hêzên wan di êrîşên ku wekî parastina rewa bi nav kirine de, radar û navendên fermandarî û kontrolkirina firokeyên bêfirokevan li Gork û girava Qişmê de kirine armanc.
Di daxuyaniya fermî ya Sentkamê de hatiye ku ev êrîş wekî bersivekê li hember kiryarên êrîşkarane yên Komara Îslamî, di nav de xistina xwarê ya firokeyeke bêfirokevan a Amerîkayê li ser avên navdewletî, hatine kirin.
Sentkamê herwisa da zanîn ku firokeyên şer ên Amerîkayê sîstemên parastina esmanî, wêstgehekî kontrolê ya li ser erdê û du pehpadên êrîşên yekalî ku gorî daxuyaniya vê fermandariyê metirsî bûn li ser keştiyên ku di avên herêmê re derbas dibûn, ji nav birine.
Li gorî vê daxuyaniyê, di van êrîşan de tu ziyan negihîştiye hêzên Amerîkayî û Sentkamê ragihandiye ku parastina darayî û berjewendiyên Amerîka li herêmê dê, berdewam bike.
Ev piştrastkirina fermî, raporên berê yên derbarê teqîn û êrîşên li devera Qişmê xistiye qonaxeke nû, li wir ku girava Qişmê, li nêzîkî Tengava Hormozê ye, veguheriye bi yek ji xalên rûbirûbûna rasterast di navbera Amerîka û rêjîma Îranê de.