Mucteba Xameneyî, rêberê rejîmê piştî îmzakirina lihevkirina ligel Amerîka, wisa nîşan dide ku Tehran bi çavê aştiyê li Amerîka nanêre, belku vê gavê wekî rawestaneke taktîkî di çarçoveya şerekî hertimî de dibîne.
Mucteba Xameneyî ragihandiye ku berpirsên Îranî bi niyeta baş hewl dane, di demekê de ku Tiramp ji ber naçariyê hatiye ser rêkeftinê. Navborî tekez kiriye ku bo parastina berjewendiyên bereya terorê ku ev dibêjê muqawemet, Pizîşkiyan ew rêkeftin pesend kiriye.
Dr. Omer Mihemed, pisporê dijî-terorê li Zanîngeha Corc Waşîngton, ji Fox News Digital re ragihand: "Xameneyî îtiraf bi aştiyê nake, ew di demekê de ku berpirsiyariyê dixe ser milê dewletê, çarçoveya îdeolojîk a rûbirûbûna hemîşeyî diparêze".
Vî pisporî bal kişand ser wê yekê jî ku heger ev peyam rasterast ji aliyê Mucteba Xameneyî ve hatibe arastekirin, nîşandana wê yekê ye ku navborî desthilata temam li ser dosyên stratejîk ên dewletê, Spaha Pasdaran û hêzên wekîl niyabetî yên wê heye, wekî din, tê pêşbînîkirin ku dezgehên ewlehiyê yên rejîmê navê wî ji bo nîşandana berdewamiya siyaseta Tehranê bikar bînin da ku peyamê wekî belgeyeke hikûmetî ya dariştî bo navxwe û derve nîşan bidin.