Jan Noêl Baro, Wezîrê Derve ê Firansê ragehand ku Parîs heya wê dema alxayîn nebe danûstandin li ser bernameya navkî a Tehranê çavnihêriyên wê bidestve bên, ligel nemana givaşên şêwreya ewlehî a Neteweyên Yekgirî dijî Îranê hewra nabe.
Firanse yek ji wan welatan e ku mafê Vêtoyê li Şêwreya ewlehî de heye.
Wezîrê Derve ê Firansê îşare bi vê yekê kir ku heya wê dema ku danûstandinên Amerîka û Îranê bersivek rohin bo bernameya mûşekên balîstîkî ên Komara Îslamî û piştgîrîkirina Tehranê li girûpên niyabêtî dest nekeve, ewlehiya li deverê de cihgîr nabe.
Navbirî tekezî li ser wê yekê jî kir ku hewcehiya wan bi guhertineke bingehîn li reftarên rêjîma Îranê de heye.
Hevdem Kaya Kallas, Berpirsê Siyaseta Derve a Yeketiya Ewrûpayê ragehand ku niha zûye behs li vêdebirina givaşên Yeketiya Ewrûpa bi dijî Îranê bête kin û ew mijar tenê piştî giheştin bi rêkeftinek navkî wê bê gengeşekirin.
Yeketiya Ewrûpa li niha de givaş xistiye ser pitir ji 700 kes û damezravên ser bi komara Îslamî.