Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, digel Partiya Demokrat-Mesîhî ya Alman

11:25 - 19 Hezîran 2026

Roja 27ê Cozerdanê, şandeke Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê serdana nivîsgeha Jürgen Hardt (Yurgen Hart), berdevkê siyaseta derve ya frakisyona parlamentoyê ya Partiya Demokrat-Mesîhî ya Alman kirin.

Di vê dîdarê de Mistefa Qazîzade û Nermîn Osmanî nûnerên Hizba Demokrat beşdar bûn û baseke berfireh li ser guhertinên siyasî hate kirin.

Şanda Hevpeymaniyê bala aliyê Almanî bo ser rewşa dijwar a siyasî, aborî û civakî li Îranê rakêşa û rewşa gelê Kurd bi hûrgilî şîrove kir.

Hevdem behsa êrîşên mûşekî û dronî yên berdewam ên rêjîma Îranê bo ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hate kirin, û piştre jî nêrîna hevpeymaniyê bo paşeroja Îranê hate pêşkêşkirin, paşerojek ku tê de mafên mirovan, azadî û mafên neteweyên cuda li ser bingeha nirxên demokratîk parastî bin.

Jürgen Hardt bandor û şiyana rêxistînî ya hêzên Kurdî, pêgeha Kurdî di hevkêşeyan de bi giring nirxand. Navborî ji bo çespandina serweriya yasa û mafên mirovan, tekezî li ser hewcehiya guftûgoyê ligel hêzên demokratîk ên din ên Îranê kir.

Di dawiyê de her du aliyan li ser berdewamiya van dîdaran û bihêzkirina pêwendiyên navbera xwe tekez kirin.