Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştguhxistina Mafê Mirov li rêkeftina Amerîka û Îranê de cihê nîgeraniyê ye

11:36 - 19 Hezîran 2026

Berpirsê Rêkxistina Lêborîna Navdewletî, hoşdarî da ku li lihevkirina Amerîka û Îranê, nabe bibe perdeyek bo veşartina tepeseriyên navxwe û derbazbûna Komara Îslamî li cezayan.

Enîs Kalamar roja Pêncşemî 28ê Cozerdanê, ragehand ku dawîhatina êrîşên serbazî bo ser Îranê, bi wateya dawiya metirsiyên bo ser welatiyên Îranê nîne.

Kalamar îşare bi vê kir, her cure rêkeftinek ku tenê balê bixe ser berjewendiyên serbazî û sitratejiyan û çavê xwe li hember pirsa Mafê Mirov bigre, rêkeftinekî domdar nabe, çimkî Tehran li jêr sîbera wê rewşê de li girtina berbelav, eşkence, dadgehîkirina nedadperwerane û bidarvekirina siyasî berdewam dibe.

Li gorî Raporta Lêborîna Navdewletî, li destpêka şer ve heya niha, aliyê kêm 44 kes li Îranê de hatine bidarvekirn û pitir ji 6 hezar kes jî bi awayekî neyasayî hatine girtin.

Lêborîna Navdewletî piştî piştgîriya Civatgeha Navdewletî li daxwaziyên civaka medenî a Îranê bo guherînên destpêkî li pêkhateya yasayî û cihgîrkirina dadperweriyê dike.