Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê cehda rêkxistina girûpên terorîstî li navçê de dide

13:56 - 19 Hezîran 2026

Li gorî raporeke taybet a ajansa Reutersê, Spaha Pasdarên a terorîst li Iraqê torên veşartî û piçûk ava kirine da ku êrîşan bibin ser welatên Kendavê. Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqî diyar kirine ku ev tor û taqim ji komên çekdar ên serbixwe ne û rasterast fermanan ji spaha Pasdaran verdigrin. Ev guhertina taktîkî bi armanca kêmkirina şopandinê û hêsankirina veşartina destê Îranê hatiye kirin.

Di raporê de hatîye destnîşankirin ku di navbera 20ê Nîsanê heta17ê Gulanê de, nêzîkî 3 heta 4 girûpên piçûk ku her yek ji 10 çekdarên Şîe pêk tê, bi kêmî ve 7 êrîşên drone ji herêmên çolistanên başûrê Iraqê ve kirine ser armancên leşkerî û aborî li Kuveyt, Erebistana Siûdî û Îmîratên Erebî yên Yekbûyî.

Li aliyê din ve, Amerîka ji hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye ku bi lezgînî van girûp û torên veşartî hilweşîne. Berpirsên Iraqî ragihandine ku ew van îdiayan lêkolîn dikin, lê heta niha Îranê tu bertek û bersivek bo van daxuyaniyan ji xwe nîşan nedaye.