Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danûstandina li navbera Amerîka û rêjîma Îranê li Swîsê dest pêdike

10:46 - 20 Hezîran 2026

Pêka Rapora Axios, Steve Witkoff nûnerê taybet ê Amerîka û Ebas Îraqçî wezîrê derve yê rêjîma Îranê roja Şemî 20ê Hezîranê, çone welatê Swîsê ku danûstandinan dest pêbikin û Jared Kuşner ê Şêwirkarê Donald Tirump jî ku li Swîsê de ye, dê beşdarê vê danûstandinê bibe.

Li vê raporê de hatiye ku biryar e, ev aliyên danûstankar li “Borgên Rêstok” a Swîsê de civînê bi rê ve bibin.

Herwisa Axiosê belav kiriye ku biryar bû ev civîn li roja Înê 19ê Hezîranê bi rê ve here lê bi sedema zêdebûna aloziyan li navbera Îsraîl û Hizbullahê, paşmaweyên rêjîmê bi vê hêcetê civîn hilveşandibûn û ev danûstandin bi paş xistibûn.