Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka tekez kir ku ti pereyek bi paşmaweyên rêjîma Îranê nayê dan û derfeta 60 roje bo paşmaweyên rêjîmê berdewam e û nûçegihaniya Elerebiyê jî ragihandiye ku danûstandin hilneveşiyaye û bi tenê hatiye paşxistin.
Serkomarê Amerîkayê bi rohnî ragihand ku paşmaweyên rêjîma Îranê bi neçarî pêşnivîsa lihevkirina digel Amerîkayê wajo kirine û Amerîka jî dê pêbendê derfeta 60 roje ya dayî bi paşmaweyên rêjîma Îranê be.
Herwisa Donald Tiramp ragihand ku paşmaweyên rêjîmê gihîştibûne binbestê û heta 10 sênt pere jî bi wan nayê dan.
Li halekê de paşmaweyên rêjîma Îranê dane zanîn ku li civîna li Swîsê de beşdar nabin, dewleta Swîsê jî ragihandiye ev civîn bi rê ve naçe lê ti zanyariyek zêdetir li vê derheqê de belav nekiriye.