Rojnameya “The Guardian” a Birîtaniyayê, bi belavkirina raporekê daye zanîn ku yek ji birêveberên encumena xwediyên neftkêşan a “Interntanko” gotiye ku beşa navendî ya tengava Hormoz de hêj sedan mînên deryayî hene ku rê daxistiye û gemî neçar in li beşa bakûrî an başûrî ya vê geviyê re derbas bin.
Piştî wajokirina lihevkirina demkî li navbera Amerîka û rêjîma Îranê bo sekinandina şer, Amerîkayê dorpêça deryayî li vê tengavê de hilveşand lê bi sedema mînên spaha pasdaran a terorîst, vegihastina deryayî tevî nebûna ewlehiyê rêgirî ji derbasbûna hêsan a gemiyan dike.
Paşmaweyên rêjîmê li şêwreya bilind a ewlehiya netewî ya rêjîma Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê hebûna wan mînan li tengava Hormoz de piştrast kir û gotibû ku tev rewşa taybet û hebûna metirsiya derbasbûn ji tengava Hormoz, dibe gemî li rê û dema ku rêjîm bo wan diyarî dike ji vê tengavê re derbas bibin.
paşmaweyên rêjîmê soz dabûne Amerîkayê ku li vê tengavê de rêgirî li hatinûçona gemiyan nekin û hêsankarî bo derbasbûnê bikin û ti bacekê jî ji gemiyan vernagrin.