Kempeyna Sêşemên na bo bidarvekirinê, li 123mîn heftiya çalakiyên xwe de ku Komara Îslamî bo pêşîgirtin li teqîna kerba giştî bi sedema hiloşîna abûrî ve, pêlek tund a bidarvekirn û tepeseriyê birêve biriye û bi wî awayî dixwaze nerizatiyan bi destê derekî pênase bike.
Di daxûyaniya wê kempêynê de îşare bi vê hatiye kirin ku bidarvekirina 2 kes ji neraziyên girtiyên bi navên Eşkan Malikî û Mêhrdad Mihemedniya û herwisa şehîdbûna du birayên Kurd bi navên Mûcteba û Meysem Weysî bi destê spaha Pasdaran ve.
Hevdem hoşdrî hatiye dan ku çendîn girtiyên siyasî li jêr metirsiya micid a bidarvekirinê de ne, Reûf Şêxmeirûfî û Mihemed Ferecî, Zehra Teweberî, Bênyamîn Neqdî û Hesen û Husên Emîrî.
Wê kempêynê ragehandiye ku dezgeh û navendên ewlehiyê bo bêdengkirina xelkê, givaşek zêde xistiye ser malbatên girtiyan û daxwaz li rêkxirawên navdewletî kiriye ku helwêsta micid dijî wan bidarvekirinên nedadperwerane bigre bera xwe.