Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê careke din Hizbullaha Lubnanê kire armanc

10:50 - 20 Hezîran 2026

Pêka dawî raporên belavbûyî, Îsraîlê li roja Şemî 20ê Hezîranê, pêleke nû ya êrîşên giran ên esmanî bo ser Hizbullaha Lubnanê dest pêkiriye û ji devera Nebetiye û Dêr El-Zehranî heta Sûr, Kifir Zeman, Nebetiye El-Fewqa û Bariş, Hizbullah kirine armanc.

Pêka raporên destpêkî, bilindahiyên Sicid û Rêyhanê jî bûne armanc û teqîn li derdora Kifir Tibnîtê de hatine bihîstin û bi tenê li devera Nebetiye El-Fewqa de zêdetir jî 28 êrîşên esmanî hatine kirin.

Tevî ku amara serast a rêjeya kuştina milîsên Hizbullahê û xisarên pêketî, hêj bi serastî belav nebûne lê pêka amarên destpêkî, zêdetir ji 5 milîsên Hizbullahê li başûrê Lubnanê de hatine kuştin.