Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salane nêzî 20 hizar kes bi bûyerên hatin û çûnê li Îranê de dibne qurbanî

10:56 - 20 Hezîran 2026

Li gorî amarên polîsê hatinûçûnê rêkxistinên pizîşkiya yasayî a Îranê, salane nêzî 20 hizar kes li bûyerên hatinûçûnê de canê xwe ji dest didin, tenê li sala 1404an a Rojî de, 19 hizar û 540 kes bûne qurbanî, ku eva jî nîşaneya bilindmana rêjeya mirinê berawird bi salên derbasbûyî ye.

Şareza sê sedeman bo wan karesatan diyarî dikin, ne ewlehbûna maşînên navxwe, kultûra metirsîdar a şofêrî û nesitandardbûna rêkan.

Polîs ragehandiye ku pitir li nîveya qûrbaniyan sernişînên kevin wekî Pirayîd û Pêjo ne ku bi sedema nebûna sîstema pêşkeftiya selametî bi maşîna mirinê hatine naskirin.

Qorixkirina bazariya maşînê rêgir bûye li baştirkirina kiwalêtiyan, hevdem nûjen nekirina rêkan û nebûna hêlkarî û dîwarê cudakarî li navbera rêyan de, sedemek din a zêdebûna bûyerên hatin û çûnê karesatbar e.