“JD Vance” cihgirê Serkomarê Amerîka li roja Şemî 20ê Hezîranê, bi armanca beşdarî li danûstandina digel nûnerên paşmaweyên rêjîmê li Swîsê, serdana Swîsê kir û ragihandiye ku dixwaze danûstandinê teknîkî digel nûnerên paşmaweyên rêjîmê, Pakistan û Qeterê dest pêbike û hivîdar e ku hem li mijara navkî û hem li mijara agirbesta li Lubnanê, pêşkevtinan bi dest xwe ve bînin.
Tevî berdewamiya gefxwarinê spaha pasdaran a terorîst li tengava Hormoz, ragihandinên fermî yên paşmaweyên rêjîmê, çona nûnerên rêjîmê piştrast kirine û wêneyên pasdarê terorîst Mihemedbaqir Qalîbaf ê serokê meclîsa rêjîmê û Ebas Îraqçî wezîrê derve yê rêjîmê wek danûstankar digel Amerîkayê, belav kirin.
Ev ji di demekê de ye ku roja derbas bûyî hate ragîhandin ku rûniştina li Siwîsê paste keftiye, yan hinek aliyan base hilweşîna pêwajoya danûstandinan dikirin.
Her çiqas hûrgilî li vê derheqê de nehatine belav kirin, lê çend demjimêran piştre Spaha pastaran a terrorist gefa daxistina Tengava Hormozê kir, û Tiramp jî gefa êrîşa leşkerî bo ser rêjîmê kir.