Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijhevî û hevrikiya li navbera taqimên paşmaweyên rêjîmê zêdetir dibin

09:45 - 21 Hezîran 2026

Li halekê de taqîmên desthilatar li Îranê bi tundî hevdu bi tawanbar û îxanetkar binav dikin, li bernameya zindî ya deng û rengê rêjîmê de gotina dijberekî danûstandinê qut kirin ku îşare bi îdiayên Mucteba Xamineyî li derheq danûstandinan dike.

Li vê derheqê de Mehmûd Nebewiyan ê endamê komîsiyona ewlehiya netewî ya meclîsa paşmaweyên rêjîmê li 3 hevpeyvînên xwe digel deng û rengê rêjîmê, tekez kiriye ku Mucteba Xamineyî gotiye dibe an em serbikevin an dibe mafê meyandina Oraniyomê bo me bi fermî bê naskirin, neku nabe li ser danûstandinê bikin û birêveberiya hevpar a tengava Hormozê digel welatê Ommanê jî qebûl nekiriye û ew hevpeyvîn ji aliyê deng û rengê rêjîmê hatiye qutkirin û birrîn.

Ev yeka li halekê de ye ku pêka gotina Donald Tiramp, ev lihevkirina ku ji aliyê rêjîmê ve hatiye wajokirin bi wateya teslîmbûna nêzî bi tevav a rêjîma Îranê bi Amerîkayê ye.

Ev dijhevî û hevrikiya taqimên desthilatar li Îranê roj bi roj tuntir dibin û heta gefa serjêkirin û kuştina Mesûd pizîşkiyan jî kirine.