Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tehran ji bo givaş xistina ser Waşingtonê, Hizbullah bikar tîne

11:16 - 21 Hezîran 2026

Pisporên siyaseta derve hişyariyê didin ku rejîma Îranê dixwaze êrîşên Hizbullahê li dijî Îsraîlê wekî amûrekê ji bo givaş xistina ser Amerîkayê û ceribandina berxwedana lêktêgehiştina nû ya di navbera wan de bikar bîne.

“Rêbêka Haynirîş” lêkolerê payebilind yê dameziraweya “Hadsen”di gotûbêjekê de digel “Fox News”re got ku Tehran bi rêya vê girûpa niyabetî ku xwe pere û çekan dide wan, dixwaze asta amadeyiya Waşingtonê ji bo piştgirîkirina Îsraîlê biceribîne.

Navbirî tekezî kir ku Tehran bi vî awayî ceribandina vê yekê dike ka gelo Amerîka ji bo parastina lihevkirina mezin dê Îsraîlê neçar bike ku xweragir be yan na.

Di heman demê de, “Bêhnam Ben Talîb ebu” li Saziya Parastina Demokrasiyan gotiye ku tevî hewildanên dîplomatîk, Tehran helwesta xwe neguherandiye û dê berdewam be di zêdekirina aloziyên li dijî Îsraîlê.

Ev rewşe piştî wê hat ku Hizbullahê li başûrê Lubnanê ve, zêdetir ji 50 mûşekan ber bi hêzên Îsraîlê ve avêtine. Li gorî çavdêran, ev yek dikare hewildanên dîplomatîk ên di navbera Amerîka û Îranê de ji bo gihîştina lihevkirinek demdirêj bi tewawî aloz bike.