Kumîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Rojhelatê Kanadayê, Semînarek siyasî li bajarê Torêntoyê bo birêz Xalid Ezîzî, berdevkê hizbê lidar xist, û ew korbend bi amadebûna hejmareke berçav li welatiyên Îran û Kurdistanî yên akinciyê Kanada birêve çû.
Li destpêka bernamê de, Viyan Gulşen wek birêvebera semînarê xêrhatin ji mêhvanan kir û piştre bi sirûda netewî a (Ey Reqîb), semînar bi fermî hate destpêkirin.
Pişter, Peyama Kumîteya hizbê ji aliyê Seîd Gulşen ve hate pêşkeşkirin ku têde tekezî xiste ser hewcehiya hevkariya aliyên siyasî li wê qonaxa hestiyar de kirin.
Hevdem Dr. Fereydûn Rehmanî, Mamosteyê zankoya York, axiftinekî kurt pêşkeş kir.
Li parekî din de, Xalid Ezîzî şiroveyekk li ser rewşa siyasî a Îran û deverê pêşkeş kir. Navbirî îşare bi vê kir ku tevî zêdehiya dijberên Komara Îslamî, bi sedema nebûna Alltêrnatîvek yekgirtî û peyrewkirina siyaseta dijayetiya hevdû ji aliyê opozisyon ve, nek her karvedana bihêz li dijî rejîmê pêk nehatiye, belkî wisa kiriye li hevkêşe û navendên biryarder ên navdewletî de jî hisab bo opozisyonê neyê kirin.
Ezîzî li dirêjeya gotinên xwe de pirsa çekdarkirina Kurdan bi tundî red kir û ragehand ku gelê Kurd 47 sale bi bê hewcehiya bi çeka derekî, xebata berdewam kiriye.
Beşa dawî a semînarê bo pirsiyar û bersiva amadebûyan hatibû terxankirin û kek Xalid Ezîzî bersiva wan da.