Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sentkam: Hêzên Amerîkayê rê jê çûna nefthelgirekê bo benderek Îranê girt

10:06 - 3 Hezîran 2026

Fermandehiya Navendî ya Amerîka (CENTCOM)ê ragihand ku hêzên Amerîkayê roja Sêşemê nefthelgirek ji kar xistina ku dixwest ber bi benderek Îranê ve biçît. Eva piştî wê yekê hat ku sernişînên vê keştiyê çendîn caran haydariya hêzên Amerîkayê piştguh xistine.

Li gorî daxuyaniya “Centcom”ê, keştiya “M/T Lexie” ya ku ala “Botswanayê”li ser bû, di avên navneteweyî de ku ber bi girava Xark ve diçû, lê xedemeyên wê bi dirêjahiya 24 demjimêran pabendî rênimayî û fermanên hêzên Amerîkayê nebûn.

“Centcom”ê diyar kir ku firokeyekî Amerîkî di dawiyê de bi mûşekekê motora keştiyê kire armanc û nefthelegir ji kar xisti da ku negihîje Îranê.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku keşti di dema bûyerê de vala bû û ti barek nebûye.

Di hember de, Spaha Pasdaran ragihand ku di bersiva çalakiya hêzên Amerîkayê de ku rê li ber çûna nefthelgirekê bo benderên Îranê girtibû, wan êrîş kiriye ser keştiya “Panaya” yê.

Hêjayê gotinê ye ku “Centcom”ê ji 13’ê Nîsana borî ve dest bi cîbicîkirina dorpêçên deryayî li ser hatûçûna keştiyên bazirganî yên ber bi benderên Îranê ve kiriye.

“Centcom”ê herwisa ragihand ku tevî berdewamiyê agirbestê bi Îranê re, hêzên Amerîkayê heta niha 6 keştiyên bazirganî ji kar xistine û rêya 122 keştiyên din guherîne.