Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka, ragehand ku li heyama 60 rojên agirbesta navbera Amerîka û Îranê de, tu cure bac û seraneyek li Tengava Hormozê de nayê sepandin.
Tiramp li hejmara taybet a xwe de li tora civakiya Tirûsh Soşyalê de nivîsiye, li heyama agirbestê de, bo heyama 60 rojan tu seraneyek li Tengava Hormozê de çinabe.
wî îşare bi vê kir ku piştî dawîhatina wî heyama 60 roje, tu seraneyek nayê wergirtin, meger eva ku li encama danûstandinan de rêkeftina dawî neyête pêş û Amerîka biryara wergirtina bacê bide.
Serokomarê Amerîka rohin kir ku her cure seraneyek li pêşerojê de ku bê sepandin, wek qerebûyekê dibe bo vê ku ew rola Amerîka wek, Firîşteya Pasewan, a welatên Rojhelata Nawîn binav bike û herwisa bo dabînkirina têçûyyên ewlehiya derbasbûyî, niha û pêşeroj tê terxan kirin.
Tengava Hormozê yek ji girîngtirîn hêlên keştîvanî li cîhanê de û rêrewek girîng e bo hinardekirina nefta cîhanê.
Ev lêdwanên Tiramp di demekê de belav dibin ku dewleta wî piştî rêkeftina agirbesta wê heftiyê, berdewam e li danûstandinên digel Îranê de.