Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîm ti xizmetguzariyekê bo taxên Kurdan li Urmiyê de nake

11:54 - 21 Hezîran 2026

Zarokên taxa Elwacê li Urmiyê, li ser erdê ku berê goristan bû topanê dileyîzin.

​Taxa Elwacê ya Urmiyeyê ku ev bi salan e ji kêmasî û nebûna xizmetguzariyan dinalîne; nebûna meydanekî çîmen, salona girtî û heta erdekî xwelî yê sade û standard, zarok û ciwanên vê herêmê dikişîne nav kûçe û kolanan û erdên vala; cihên ku her gav metirsî li ser wan heye.

​Ji aliyekî din ve, gelek caran xelk bi şandina Vîdeoyan bo me dixwazin, astê cudakariya ku rêjîm li taxên Kurdan de diket, bide xuya.

Rêjîm ji hemî waran de taxên wekî Elwac, Îslamabad, û gelek taxên din pitguh xistine û tu cure xizmetguzariyekê li wan taxan de nake.  Bo mînak rdê ku niha bûye qada futbola ciwanan, berê goristana mesîhiyan bûye. Welatî balê dikişînin ser vê babetê û dibêjin: "Em ne tenê ji Meydan û cihên werzişî bêpar in, belku zarokên em neçar in ku li nava toz û xwelî û keviran de bileyîzin.