Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 520 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

11:57 - 21 Hezîran 2026

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 520 a Agirî de, ev mijar hene:

Li rûpela ewilî de, Manşêt- Banga Azadiyê: 46 Saliya Dengê Kurdistana Îranê, ji nivîsa Nûredîn Sofîzade.

Rûpela 2 – Gotara Hizba Demokrat li Parlamena Ewropayê.

Rûpela 3 – gotara - Dengê Kurdistanî Îran; Dengê matnekirî yê Kurd, ji nivîsa Şemal Terxîbî.

Rûpela 4 – Gotara - Azadî berhema xwîn û xebatê ye, ne xelata rêkevtina zilhêzan, ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 5 de gotara - Dawiya şer û aloziyên Rojhilata Navîn, ji nivîsa Azad Kurdî.

Rûpela 6 – Beşa 1 a gotara - Ji Nû Ve Nasandina Têkoşîna Kurdî di Serdema Guherînên Mezin de, ji nivîsa Dr. Mehmûd Ebas.

Rûpela 7 ê de gotara - Lihevkirina Amêrîka û Rêjîma Îranê, desthilatdarên Tehranê rizgar dike, yan xelkê Îranê, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 – Gotara - Zimanek ji Cînsê Qumaşî li Hember Dîrokê, ji nivîsa Hemîd Çepatî.

Rûpela - 9 - Gotara - Çima gelê Kurd berdewam ji aliyê hikûmetê navendî ve têne tepesekirin?  ji nivîsa Sîna Qasimî.

Rûpela 10 –Gotara - Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî şer: Civatek di navbera westandin û

lêgerîna hêviyê de, ji nivîsa Sefiye Xalidî.

Rûpela 11- Agirî de, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 520 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “AZADÎ, Berhema xwîn û xebatê ye, ne xelata rêkefyina zilhêz û dagîrkeran”, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.