Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herî kêm 20 kes li Lubnanê de bi sedema êrîşên Îsraîlê hatin kuştin

14:34 - 21 Hezîran 2026

Tenê rojek piştî destpêkirina agirbesta navbera Îsraîl û Hizbullahê, di encama êrîşên asmanî yên Îsraîlê de li herêmên cuda yên Lubnanê, herî kêm 20 kes hatin kuştin. Ev pevçûn gumanên mezin dixe ser berdewamiya agirbestê û lihevkirinên navdewletî.

Artêşa Îsraîlê îdîa dike ku ev êrîş wek bersivekê li dijî zêdetirî 50 firoke û raketên Hizbullahê hatine kirin ku ber bi hêzên wan ve hatibûn avêtin, û ew hîn jî pabendî agirbestê ne, lê tenê xwe diparêzin. Di beramber de, Hizbullahê Îsraîl bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir û hişyarî da ku êrîş bê bersiv namînin, herwisa daxwaz ji Amerîkayê kir ku givaşê bixe ser Tel Avîvê.

Li gorî nûçeyan, balafirên Îsraîlê başûrê Lubnanê û Geliyê Beqa kirine armanc. Di êrîşeke bixwîn a li bajarê Barîşê de, malbatek çar kesî canê xwe ji dest da. Herwisa artêşa Lubnanê ragihand ku leşkerekî wan li ser rêya Kefrerman–Nabatiye hatiye kuştin û zirar gihîştiye avahiyeke Banka Navendî ya Lubnanê.