Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê
Gelê Têkoşer ê Kurdistanê!
Raya Gştî û Azadîxwaz!
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê roja 26ê Cozerdana 1405an a Rojî (16ê Hezîrana 2026an) civînek ji bo nirxandina rewşa niha ya tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û erkên dîrokî yên hevpeymaniyê di vê qonaxê de pêk anî.
Di vê civînê de piştî nirxandin û gengeşekirina rûdanên dawî, encamên şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Îranê û hewldanên piştî wê yên ji bo agirbestê û îmzakirina lihevkirina (lêktêgihîştina) nêvbera Amerîka û Îranê û nêrîna paşeroja siyasî ya Îranê, ev encam hat girtin ku ew girseyên gelê Kurdistan û Îranê ne ku bi berdewamiya xwe ya di xebat û mafxwaziyê de dawiyê li rejîma Komara Îslamî tînin û di rastiyê de rejîm jî tirsa wê ya herî mezin ji her xebateke mafxwazane ya girseyên gel a li navxweyî Îranê ye, ku heta niha di wê pêvajoyê de rûbarek xwîn dane.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê li ser wê baweriyê ye ku doza rewa ya Kurd û xebata rizgarîxwaziya vê neteweyê paşxaneyeke dûrudirêj û dewlemend heye û girêdayîyê ti cure şer û hevkêşeyên herêmî ye. Ji dîtina me, berevajî têgihîştineke ku di asta navdewletî de heye, Komara Îslamî sîstemeke girtî ya ceribandî ye û ev cure lêktêgihîştin û tewra peymanên bi vî rengî jî cewher û naveroka rejîmê naguherînin, ji ber wê jî guhertina rastîn tenê di rêya piştgirêdana bi hêza navxweyî ya gel, yekîtiya hêzên Kurdistanî û demokrasîxwazên Îranê û berdewamiya tevgerên sivîl (medenî) de pêk tê û her guhertineke di paşerojê de, berî her tiştî pişt bi îrade, xebat û xweragiriya neteweya Kurd û neteweyên din ên Îranê girê dide.
Hevpeymanî hevdem li ser vê baweriyê ye ku tevî ku lawazbûna Komara Îslamî di encama wî şerî de dikare bibe alîkarê tevgera mafxwaziya neteweyên Îranê, lê belê em pişt bi îrade û enerjiya xebatkariya xwe girê didin û çarenûsa xebata xwe bi peyman û şerên welatan û aliyên derve yên li gel Komara Îslamî ve girê nadin. Her çend ku Komara Îslamî ya Îranê piştî vî şerî bi zêdekirina pêla girtin û sêdarekirina çalakvanên siyasî û sivîl, zextên li ser civakê û êrîşên xwe yên terorîstî yên berdewam li ser hizbên Kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê hewl dide vê tevgerê lawaz bike, lê tevgera Kurd bi van serkut û zextan nakeve qedeman.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, di vê qonaxê de tiliya xwe li ser pêşxistina karê hevpar, pêdagirî li ser berdewamiyê, xurtkirina yekîtiya navxweyî, bilindkirina asta çalakiyên medyayî û beşdariya çalak û pêbawer di pêvajoya biryardana hevpar de, bi girtina hurmetê ji bo daxwaza cemawer û hewcedariya tevgera Kurdistanê dadegire. Hevdem di hewldanên xwe yên ji bo nêzîkbûna herî zêde di pêxema gotareke hevpar û karê meydanî yê pênvajo û rûbirûbûna her cure bêhêvîtiyekê dê berdewam be û tiliya xwe li ser berdewamiya xebatê heta gihîştina bi mafên rewa yên tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê dadegire.
Serkeve xebata rewa ya tevgera Kurdistanê
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê
31ê Cozerdana 1405 (21/6/2026)