Di berdewamiya pêla binçavkirina welatiyan li parêzgeha Îlamê, Mehdî Kerîmî, welatiyê bajarê Melekşay û yek ji xwenîşanderên sala derbasbûyî, bi awayekî tundutîjane ji aliyê hêzên tepeserkar yên rejîmê ve hat binçavkirin û di bin îşkenceyên bi zorê îtiraf jê hatin sitandin.
Li gorî rapora Saziya Mafê Mrovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 18’ê Hezîranê, hêzên Îtlaatî li bajarê Mêhranê bi awayek tundûtûjî û lêdanê, Mehdî Kerîmî binçav kirin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.
Piştî binçavkirina navbirî, medyayên rejîmê vîdyoyek ji îtirafên wî yên bi zorê belav kirin; îtirafên ku li gorî raporan di bin zext û îşkenceyê de hatine standin.
Mehdî Kerîmî di dema xwepêşandanên sala borî de li bajarê Melekşayî, piştî ku wêneyek ji wî hate belavkirin ku li ser kursiyekê li ber avahiya fermandariyê rûniştibû, wekî yek ji sembolên wan xwepêşandanan hate nasîn. Ji ber vê yekê jî ew bi dirêjahiya 4 mehan di bin çavdêriya tund a dezgehên ewlehiyê rejîmê de bû.
Berê jî Wezareta Îtlaatê a rejîmê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku 17 welatî li parêzgeha Îlamê hatine binçavkirin û di nav wan de amaje bi navê Mehdî-Kerîmî jî hatibû kirin.