Fermandehiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (Centcom) ragihand ku çendîn mûşekên balîstîk û dironên Îranê teqandine û di çarçoveya parastina xwe de û wek bersiva êrîşên Tehranê, binkeya kontrola bejayî ya Îranê li girava “Qişm” kirine armanc.
Li gorî daxuyaniya Amerîkayê, du mûşekên ku ber bi Kuweytê ve hatibûn avêtin hatine têkşikandine û sê mûşekên din jî ku ber bi Behrêynê ve hatibûn avêtin, ji aliyê sîstemên Patiryot ya Amerîka yê û Behreynê ve xistine xwarê.
“Centcom”ê herwisa ragihand ku sê dironên Îranî yên ku armanca wan keştiyên sivîl bûn têk şikandine û di wan pevçûnan de ti hêzek leşkerî yên Amerîka zirar nedîtiye.
Di hember de, çavkaniyên rejîmê behsa aliyê kêm sê teqînan li Kuweytê û jikarxistina sîstemek parastinê ya Amerîkî kirine.
Spaha Pasdaran ragihand piştî ku dekelek muxaberatî ya wan li başûrê Qişmê bû armanc, wan êrîşî kiriye ser Navgana Pêncem a hêza Deryayî ya Amerîkayê û hişyarî dane ku heke destdirêjiyên Amerîka berdewam bin, bersiva wan di paşerojê de dê gelek bihêztir be.
“Centcom”ê jî bal kişand ser vê yekê ku hêzên wan di dema agirbesta niha de di amadebaşiya tevav de dimînin.