Neîm Qasim, Sikirtêrê Giştî ê Hizbûlaha Lubnanê, roja Yekşemî daxwaza vekişîna hêzên Îsraîlê li nava xaka Lûbnanê de kir û hoşdarî da ku ew girûp dê bersiva her cure binpêkirina rêkeftina agirbestê bide.
Li gorî raporta rojnameya, Cirozalim Post navbirî Îsraîl bi destdirêjîkar binav kir û ragehand ku tu deverek aram bo serbazên arteşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê çinabe.
Qasim herwisa aliyê Îsraîlî bi xapandina danûstankaran tometbar kir û got ku ew welat li meha derbasbûyî de li hember mijarên bingehîn de çavê xwe girtine û tenê bi dû tundtirkina êrîşan û sepandina daxwaziyên xwe de bûye.
Ew gotin di demekê de belav bûn ku Îsraîlê ragehandiye tu pilanek bo vekşînê ji vê deverê de nîne.
Di vê peywendiyê de, Bênyamîn Natanyaho, Serokwezîrê Îsraîlê ragehand ku arteş Devera Ewleh li başûrê Lubnanê heya wê dema ku hewce be dê biparêz e.
Hevdem, Îsraîl Katis, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê tekezî kiriye ku hêzên wan bê tu sînorek bo jinavbirina êrîşan berdewam dibin li operasyonên xwe, eva jî li demekê de ye ku arteşa Îsraîlê berdewamiya xwe êrîşkirina bo ser çekdarên Hizbûlahê li başûrê Lubnanê piştrast kiriye.