Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja yekem a danûstandinan li navbera Amerîka û Îranê bi dawî hat

11:25 - 22 Hezîran 2026

Danûstandina li asta bilind li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîmê li roja yekem de bi dawî hat lê li asta nişîvtir de her berdewam e û pêka rapora Asoyşêytêd Press Amerîka û rêjîma Îranê, avakirina navendeke kêmkirina dijheviyan bo pêregihîştin bi şerê li Lubnanê erê kirine û armanca vê garantîkirinê pêbendbûn bi sekinandina şer li Lubnanê de ye.

Pêka vê raporê, dîplomatekî payebilind ê Amerîkayê jî gotiye ku danûstandinê, mijarên wek rohnkirina hejmarek ji peyamên nezelal ên rêjîma Îranê li derheq tengava Hormozê û afirandina mikanîzmekê bo nehiştina dijheviyan bo arxaînbûn ji vekirîbûna tevav a tengava Hormozê jî li xwe girtiye.  

Donald Tiramp proseya niha ya danûstandinê bi lihevkirinê nehesiband û ev bi demdirêjkirina demkî ya agirbestê binav kir û ragihand li egera bicihnehatina daxwaziyên Amerîkayê, bijardeyên din li ber dest hene û piştî derfeta 60 roje jî Amerîka her karekê ku bixwaze dikare bike.