Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binyamîn Netenyahu dibêje rêjîm li ser herifînê ye bo xelkê derfete rabin

13:44 - 22 Hezîran 2026

Li gorî daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu, welatê wî bi operasyonên leşkerî şert û mercên hilweşandina komara îslamî ya Îranê amade kiriye. Netenyahu di civîna "Sendîkaya Nûçeyan a Cihûyan" de li Orşelîmê de diyar kir ku wan bi alîkariya Amerîka rê li ber bernameya etomî ya Îranê girtiye û gefên mezin ji nav birine.

Netenyahu behsa operasyonên "Berbanga Şêran" û "Gurmîna Şêran" kir û ragihand ku di van êrîşan de binesaziya etomî ya Îranê hatiye rûxandin û 20 zanayên bernama etomî  hatine kuştin. Herwisa wî destnîşan kir ku xisar û derbên mezin gihandine Spaha Pasdaran û daxwaz ji xlkê Îranê kir ku niha rêjîm lewaz bûye, vê derfetê ji bo guhertina rejimê bikar bînin.

Serokwezîrê Îsraîlê aşkere kir ku wan herwisa serokên Hemasê mîna Sênwar û Heniyye, û serokê Hizbullahê Hesen Nesrullah ji nav birine. Wî tekez kir ku Îsraîlê piranîya mûşekên Hizbullahê ji nav birine û dê ji bo parastina ewlehiya welatê xwe, hebûna xwe li herêmên ewle yên li Xeze, Sûriye û Lubnanê berdewam bike.