Lîndsî Giraham, Senatorê Komarîxiwaz ê Amerîka ragehand ku, hekî danûstandinên dîplomatîk ligel Tehranê şikestê bînin, Donald Tiramp dixwaze bi derba hêzê kontirola Tengava Hormozê bike û bacê li keştiyan werbigre.
Giraham li hevdîtinekî ligel kanala, CBS got, bila em rêçareyek dîplomatîk biceribînin, herçand ez dizanim wê şikestê bîne. Wî îşare bi kombûna çar demjimêrî a xwe ligel Tiramp kir û hoşdarî da, hekî rêkeftin sernekeve, Amerîka bi derba hêza sebazî wê kontirola Tengava Hormozê bike, û wê bacê li bikarhêneran bistîne bo dabînkirina têçûya operasyonê û di vê sale de jî wê peyamnên Îbrahîmê berfiretir bike.
Ev axiftina tund a Giraham di demekê de ye ku JD Vênis Cihgirê Serokomarê Amerîka ligel Sitîv Wîtkaf û Cêrd Koşnêr, li Siwîsê ligel Heyeta Îranî kombûn û yekem gera danûstandinan dest pê kirine.