Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cêhgirê Tiramp dibêje rêjîma Îranê qebûl kir ku bazres sardana etoma vê bikin

15:11 - 22 Hezîran 2026

Dadsitanê giştî ê Zahidanê derkirina ceza bo ser 111 kes li girtiyên xwenîşandana meha Befranbara 1404an de ragehand.

Li gorî raporta medyayên rejîma Îranê, Mehdî Şemis Abadî, Dadsitanê giştî ê Zahidanê ragehandiye ku paş derkirina tohmetname û birîna qonaxên dadgehîkirinê, hukmê dadwerî bo 111 kesan hatiye danê ku li dema xwenîşandanên seranserî ên meha Befranbara sala 1404an de hatibûne girtin.

Li gorî raportan, rejîma Îranê rewşa şer û aloziyên herêmî yên wê dawiyê bi derfet zaniye bo zêdetirkirina pêla tepeseriya navxweyî û tolhildan ji neraziyan.

Rêkxistinên Mafê Mirovî, hoşdariyê didin ku rewşa mafê mirov li Îranê gihaye qonaxên kirîzî, li dema destpêkirina şerê di navbera Îran û Îsraîl û Amerîkayê de, Komara Îslamî tundûtîjiyên dijî welatiyan li navxwe ya welat de zêde kiriye, bi awayekî ku li vî heyamî de pitir ji 40 kesî bidar vekirne.

Rêkxistina Lêborîna Navdewletî li raporta xwe a wê dawiya de ragehandiye ku rejîma Îranê li rêya girtina xweserane, qutkirina Înternêtê û derkirina cezayê bidarvekirin û girtinê, dixwaze tires û xofê li nava civakê de belav bike, heya rê li her cure serhildan nerizayetiyekî girseyî bigre, lê ew siyaseta tepeserkarane nikare dengê mafxiwaziya xelkê mat bike.