Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cêhgirê Tiramp dibêje rêjîma Îranê qebûl kir ku bazres sardana etoma vê bikin

15:13 - 22 Hezîran 2026

Cîgirê Serokê Amerîka ragihand ku di danûstandinan de li gel rêjîma Îranê pêşveçûn hatiye bi dest xistin û Komara Îslamî bi hatina çavdêrên etomî bo vî welatî razî bûye.

JD Vance, li Swîsreyê got ku dibe ku guftûgoyên li ser pişkinînan her ji vê hefteyê dest pê bikin. Vance derbarê dema destpêkirina karê çavdêrên etomî li Îranê tekez kir: "Bi îhtîmaleke mezin her vê hefteyê, belkî ji îro ve."

Cîgirê Serokê Amerîkayê zêde kir: "Me bingeheke pir baş ji bo peymaneke dawî ya serkeftî danî. Guftûgoyên teknîkî dê di hefte û rojên bê de berdewam bin." Ew derbarê darayiyên Îranê de jî got: "Me dixwest proseya wiha ava bikin ku em bikarin piştrast bin ev çavkanî digihêjin alîkariya Îraniyan, ne ku ji bo teyarkirina terorîzmê werin xerckirin."

Vance derbarê guftûgoyên li ser Libnanê de got: "Em dixwazin piştrast bin ku hevahengiyeke guncaw heye. Ev karekî di pêvajoyê de ye û guftûgoyeke berdewam e." Cîgirê Serokê Amerîkayê tekez kir: "Em agirbesteke herêmî dixwazin."