N. Hemîd Çepatî
Nirxandinek li ser felsefeya mayîndebûna nasnameyekê û nîşaneyên nasîna cilên Kurdî bi hinceta Festîvala Zaxoyê.
Lidarxistina festîvala cilên Kurdî di çend rojên derbasbûyî de li bajarekî weke Zaxoyê, dengvedana rengan li qadên giştî, û xuyangkirina şewqa vê cilûbergê û coşa mirovan bo lixwekirina wê li kolan, şeqam, zanîngeh û torên civakî, berî ku bibe pêşangeheke sade, karnavaleke rengan, an jî hewldanek bo kişandina balê, manîfestoyeke zindî ye.
Di serdemekê de ku alavên hovane yên globalîzasyonê û polîtîkayên homojenîzekirina çandî, cilûbergên resen ên neteweyên cûrbecûr daqurtandine û ew dûrxistine bo muzexane an jî vîtrînên xemilandinê yên bêcan, lihevkirina rengan li Kurdistanê wateyeke bi tevahî cûda heye.
Ev meş ne pêşandaneke modayê ye, lê pêşandaneke man û nemanê ye, îlankirina hebûna neteweyekê ye ku bi rêya tekstûra cilên xwe, dîroka xwe ya veşartî diqîre. Ji bo fêmkirina vê vejîna dîtbarî, divê bersiva pirseke bingehîn were dayîn: Di demekê de ku cilên herêmî û xwecihî yên gelek neteweyan li ber modernîteyê hatine jinavbirin, çima cilên Kurdî hîn jî di jiyana rojane de zindî, dînamîk in?
Di civakên xwedî aramî û bê tirs de, cilûberg hilbijartineke kesane ye ku li gorî sîstem û pergala bazarê, rehetiyê û estetîka modern tê guhertin. Welatiyek li Parîs, Pêken, Berlîn, an Tokyoyê bêyî ku ji windabûna nasnameya xwe ya neteweyî bitirse, tîşortek û pantolonekî cîns (jeans) li xwe dike, ji ber ku muzexane, pasaport, sînor û saziyên siyasî nasnameya wî garantî kirine. Hewcehiya wî bi hilgirtina nasnameya xwe li ser laşê wî nîne. Lê ji bo mirovê Kurd, rewş her gav rewşeke awarte bûye.
Cilûbergên Kurdî qet derfet nedîtine ku bibin tişteke xeyalî, demsalî, an jî tenê folklorîk, ji ber ku pêvajoya xwezayî ya guhertina çandî li Kurdistanê her tim bi amûrên tepeserkirin, înkarkirin û veguherîna derveyî re rû bi rû maye. Dema ku, di demên cûda yên dîrokê de, axaftina bi zimanê dayikê hat sûcdarkirin û navlêkirina zarokan hat sînordarkirin, cilûberg bûn hêla pêşîn a berxwedanê.
Lixwekirina cilên Kurdî li cihên giştî, li cihê kar, li ser rêyên peyatî yên bajêr û di qerebalixiya bazarê de, şêweyeke bêdeng lê bihêz a guh nedana medenî bûye û heye. Dema jinek bi cilê xwe yê dirêj li şeqaman dimeşe, an jî zilamek bi cilên xwe bi xwebawerî radiweste, ew bi rawestana xwe ya serpêyan, sînorên nedîtî yên erdnîgariyekê û resenbûna neteweyekê destnîşan dikin. Ev cilûberg daxuyaniyeke kolektîf e ku dibêje: Em hene, ji ber ku çanda me nefesê dikêş e.
Di warê rexnekirina kolonyalîzm û hegemonyaya çandî de, têgeheke sereke heye ku jê re "laş weke meydana şer" tê gotin. Dema ku peykerên hêza serdest hewl didin ku zimanekî ji holê rakin, erdnîgariyekê veguherînin û bîra kolektîf a neteweyekê jê bibin, laş ax û keleha dawîn e ku mirov li ser wê xwedî kontrol e. Cilûbergên Kurdî zirx in ku li ser vê laşî têne pêçandin daku ji hêza înkarker re bêjin: "Ez hîn hilneweşiyame."
Cilûbergên Kurdî ne tenê pêçek e, di heman demê de birîneke dîrokî ya vekirî ye ku heta niha jî li ser laşê me maye, mîna alayeke ku di nava qada şer de ji dest neketibe. Eger cilûbergên herêmî yên gelek neteweyan hatibin tunekirin، çima cilûbergên Kurdî nehatine tunekirin؟ Bersiv hêsan e: Ji ber ku hîn şer ji bo jinavbirina nasnameya Kurd bi dawî nebûye û mirovê Kurd hîna jî divê nasnameya xwe li xwe bike.
Sîstemên totalîter û hegemonîk her tim bi yekgirtî, rengên mirî û dîsîplînên dîtbar ên gewr eleqedar dibin, ji ber ku yekrengî formûlekirin û kontrolkirina civakê hêsantir dike. Li hember vê yekê, cilûbergên Kurdî salnameyeke xwezaya serhildêr, zindî û bêwestan a Kurdistanê ye. Rengên ku di vê cilûbergê de hatine bikar anîn, şewqa gulgêzkên quntaran, spîtiya berfa çiyayan û keskahiya bêdawî ya demsala biharê, nîşaneyên vê axê ne. Hilbijartina vê qasî ji rengên biryardar û wêreke di cilên Kurdî de, bi xwe jî guh nedana bi atmosfera fetisî û xemgîniya dîrokî ye.
Bi rêya cilên xwe, Kurdan xemgîniya kûr a trawmayên dîrokî, koçberiyên bi darê zorê û Enfalê veguherandine pîrozbahiyek ji reng û jiyanê. Festîval û hebûna rojane ya mirovan li kolanan nîşan didin ku ev netewe trawmayên xwe ne bi tenêtî û jibîrkirinê, lê bi rêya ji nû ve afirandina domdar a bedewiyê derman dike. Ev cilûberg girêdana zelal a mirovê Kurd bi ax û kevirên welatê xwe re ye.
Guhertina dapoşînê bo cilûbergên modern bi awayekî aştiyane pêk tê dema ku civak hîs dike ku ew dikare bêyî tirs û bi ewlehiyeke tam rêça xwezayî ya guherîna çandî bişopîne. Lê ji bo neteweyeke ku bi berdewamî rastî înkar, jinavbirin û êrîşa asîmîlasyona çandî tê, guhertina cilûbergan bi dilxwazî tê wateya qebûlkirina têkçûnê û razîbûna bo windabûnê. Dema ku neteweyek nasnameya xwe weke damezrandî û ji gefan bêpar bibîne, cilûberg dibe meseleyeke tama şexsî.
Amadebûna berçav û bi mîlyonî ya ciwan û nûciwanan di festîvalên dawî de, li mêvandariyan de û bikaranîna van cilûbergan li zanîngeh û cihên kar nîşan dide ku nifşa nû jî vê hewcedariya dîrokî bi hişmendî fêm kiriye. Wan bi amûrên nûjen resenî ji nû ve afirandiye, dizanin ku di nebûna saziyên yasayî û navneteweyî de ku wê garantî bikin, divê ew vê alê li xwe bikin. Mayîndebûna cilên Kurdî ne ji ber parastvaniya çandî ye, lê ji ber nebûna şert û mercên ji bo guhertina xwezayî û bê gef e.
Weke Kurd, em bi vê bedewiyê serbilind in. Lê li pişt vê serbilindiyê rastiyeke kûr û hebûnî (Agzistansial) heye: Cilên Kurdî sax mane ji ber ku dîrokê derfet nedaye me û em ji çeka xwe ya çandî xilas nekirine. Ev cilûberg di dirêjahiya dîrokê de parastina herî xweşik، rengîn û mirovî ya neteweyekê ye. Em nasnameya xwe bi zêxkirina gulan (nakış)، bi şalên ku li dora bejnê têne girêdan û bi kenê ku ji resenîbûna me tê, hebûna xwe diparêzin.
Belkî rojek were ku nasnameya Kurd li seranserê vê erdnîgariyê ewqas damezrandî, ewle û bê gef be ku nifşên pêşerojê bikaribin cilûberg tenê weke cil hilbijêrin û li gorî rehetiyê, hewayê an jî tama kesane li xwe bikin. Roja ku zarokên me dê bikaribin mîna her mirovekî damezrandî yê cîhanê cilûberg li xwe bikin, bêyî ku ji jinavçûna reseniya xwe bitirsin.
Di wê rojê de, eger guherînkarî li ser cilên Kurdî pêk bên an jî şêweyeke nû jixwe bigire, ew ne roja mirina nasnameya me ye, lê belê roja serkeftina me ya dawî ye. Ew roj e ku em êdî ne hewce ne ku barê dîrokê li ser milên xwe û nasnameya xwe li ser laşê xwe hilgirin da ku werin dîtin û îspatkirin. Lê heta wê rojê, ev cil, ev zimanê sor, ev zirxê hevrîşim û ketan, û ev ala me ya bilindkirî، di bayê vê erdnîgariyê de dê her li ba