N. Azad Kurdî
Ji ber rewşa hestiyar û hevkêşeyên herêmî û navdewletî û eqliyeta dewletên deverê li dijî berjewendiyên hev, dibe ku mirov bi dijwarî bikare şiroveya şer û aloziyên Rojhilata Navîn bike bona dawî hatina wan pirsgirên ne çareserkirî. Lê wisa xuya dike ku hindek şer û nakokiyên stratêjîk yên navbera hindek welatan li Rojhilata Navîn dê aliyê kêm dehan salên din bidomin, ji ber ku zihniyet û mantalîte nehatiye guherin, yek ji wan jî li herêmê pirsa Kurd e.
Rojeva herî germ ya 3 mehên borî ya civaka navdewletî, çêbûna şer û aloziyên rasterast û nêzîk 50 salan yên navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsraîl ji aliyekê ligel rêjîma bo dema 40 rojan bû. Piştî ku wan her du welatan bi hev re nêzîk 20 hezar armancên leşkerî û stratêjîk yên rêjîma Îranê kavil kirin û rêberê wan yê olî û karbidest û fermanderên herî paybilind ên rêjîmê kuştin, agirbesteke demkî hate ragehandin. Lê alozî her dom dikirin. Bi wan hêrişan, aboriya Îranê kaviltir ji berê lêhhat. Lê wisa xuya ye ji ber lawazbûna zêde ya rêjîmê weke dewrana şerê 8 salî ligel Îraqê, li gor îdeaya rêveberiya Trump, rêjîma Îranê neçar bûye bona razîkirina Trump û rêveberiya wî hindek pêngavên girîng hilbigire ! Ev yek bûye ciyê gumana wan kesan ku ji nêzîk ve rêjîmê nas dikin ! Lê gelo ev yek dibe dawiya şer û aloziyên 50 salî yên navbera her du aliyan ?
Dijberiya bi Îsraîl û hewildana 48 salan a rêjîma Îranê bona ji nav birina Îsraîlê li ser xarîteya cîhanê, projeyeke olî û îdeolojîk a rêjîmê bûye û heye. Ji roja ku rêjîma Xomêynî hatiye ser desthilatê heta sala berê ku di şerê 12 rojî de êdî sebra Îsraîlê bi dawî hat û rasterast hêriş kir bo ser makeya fitne û aloziyên herêmî anku rêjîma Îranê, êdî serdemê şerê ne rasterast û bi vekalet ê rêjîmê bo ser Îsraîlê bi dawî hat. Heta sala 2025’an de, rêjîmê bi rêya grupên terorîstî yên xwe li Lubnan, Sûriye, Yemen û Îraqê bi Îsraîlê re şer dikir, lê piştî bûyerên 7ê Oktoberê, ev yek bi dawî hat bi yekcarî. Îsraîlê di 12 rojan de rêjîma Îranê kêla. Ji ber ku bingeha hemû alozî û pirsgirêkên li ser ewlehiya Îsraîlê, bi bername, pere û çekên rêjîmê dihat kirin ji aliyên grupên proxsî. Lewma ev şer û pirsgirêk olî û îdeolojîk e, heta yek bi dawî ne îne, xilas nabe û dehan salên din jî dem pêwîst e heta zihniyet û eqliteya desthilatdarên herêmê biguhere. Di nav wan pirsgirêkan de jî pirsa Kurd jî ku her bêçareserî maye.
Dirêjkirin û nûkirina agirbesta navbera Amerîka û rêjîma Îranê bo dema 60 rojên din û destpêkirina got û bêjan li ser pirsgirêkan, diçe heman çarçoveyê. Yan dibe ku Amerîka paşdekişiyanê ji daxwaz û armancên xwe bike, yan rêjîma Îranê. Heta vê gavê ku biryar e, roja înê (19.06.2026) bo yekemîn car di 48 salên borî de karbidestên wan her du welatên dijber, li Swîsra vê lihevtêgihîştina ne diyar îmze bikin, her du alî li ser daxwaz û armancên xwe yên şer bi îsrar in ! Di rastî de ev lihevtêgihîştin destpekî ye bo dema 60 rojan, heta şandên her du welatan bi bikarin bi civînan, pirsgirên sereke çareser bikin ! Îsraîl jî di vê navberê de weke beşek ji şerê 3 alî, heta niha dijberî vê lihevtêgihîştina destpêkî ye û bi fermî ragehandiye ku ev naçin nav pêvajoyê û karê wan bi rêjîma Îranê re xilas nebûye. Ji ber hebûn û jiyankirina di Rojhilata Navîn de, Îsraîlî baştir ji Amerîkiyan pirsgirêkên vê herêmê û bi taybet rêjîma Îranê nas dikin. Lewma dizanin ku rêjîma ji ber bingehên xwe yên îdeolojîk û dirûşmên ku 48 sal in di navxwe de dide peyrewên xwe yên tundajo , nikare paşekişeyê bi wan armancan bike ku Amerîka û Îsraîlê bi hevbeşî ji ber wan li rêjîma Îranê bi xurtî xistin û zirar û derbeyên herî dîrokî li rêjîmê dan.
Armancên Amerîka û Îsraîlê yên serke kîjan in ku bi 39 rojan şer jî cîbicî nebûn : Bi dawî anîna bernameya Etomî ya Îranê bona ku nekare çekên Etomî çêbike û bidestxistina Uraniyoma meyandî ya 60 ji sedî ji aliyê rêjîma Îranê ve, kêmkirin û astengkirin projeya çêkirina mûşek û hajekên dûravêj ku nekarin ewlehiya Îsraîl û welatên herêmê bixin metirsiyê, herwiha bi dawî anîna hevkarî û piştevaniyên anorî û leşkerî bona dayîna pare û çekan bo gurpên îdeolojîk û tundajo yên nêzîk bi rêjîmê û guhertina siyaset û liv û tevgerên rêjîmê di hemû waran de û heta zêdetir ji vê yekê projeya piştî perde bona hiloşandin û guhertina rêjîmê li Îranê, çend armancên sereke yên Îsraîl û Amerîka bûn ku bêçareserî mane. Bicî nehatina wan nakokî xistiye navbera Îsraîl û Amerîka jî, lê ger ev yek senariyo pişt perede nebe, heta ku bo 2-3 mehên din rêveberiya Trump bikare demê bikuje û di asta navxwe de serkevtina Komarîxwazan garantî bike û aboriya cîhanê hindekê hêmin bike, piştre bihê ser çareserkirina vê qerana dîrokî ! Ger jî ev pirsên ku Amerîka dixwaze, rêjîma Îranê cîbicî bike, dibe pêvajoyeke nû di dîroka 48 salên borî yên rêjîmê de ku hindek ligel aqilê mirovên ku rêjîmê nas dikin, neguncaw û dûr e ji rastiyê.
Ev pirsgirêk evqas kûr in ku bêy paşdekişiyana yek aliyê şer û bicîanîna daxwaz û ramncên aliyê din, dijwar e agirbesta navbera wan bi dawî bihê û dijhevî û pirsgirêkên herêmî çareser bibin.