Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedexekirina Meşê li Parîsê hate Şermezar Kirin

09:42 - 23 Hezîran 2026

Hevpeymaniya siyasî ya bi navê "Hevgirtina Berfireh ji bo Azadî û Wekheviyê li Îranê", bi belavkirina daxuyaniyekê rêgiriya desthilatdarên Firansê ya li pêşiya xwepêşandana 20’ê Hezîranê li Parîsê şermezar kir.

Ev kombûn bi banga Rêxistina Mucahîdên Xelk hatibû plankirin û armanca wê parastina azadiya ramanê, piştgiriya girtiyên siyasî û nerazîbûna li dijî sêdaredanan bû. Lê berpirsên Firansî di demjimêrên dawî de ji ber sedemên ewlehiyê ew qedexe kirin.

Hevpeymaniyê diyar kir ku ev biryar pirsan li ser pabendbûna Firansê ya bi azadiya ra derbirînê û mafê xwepêşandana aştiyane çê dike. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser xirabiya rewşa mafên mirovan, zêdebûna darvekirinan û zextên li ser jin, karker û neteweyên bê maf li Îranê.

Herwisa hate gotin ku nabe ewlehiya giştî bibe hincet ji bo sînordarkirina mafên bingehîn, û siyaseta nerm a welatên rojavayî ya li beramberî Komara Îslamî, zextên navxweyî zêdetir dike. Hevpeymaniyê bang li sazî û partiyên Ewropayê kir ku li dijî vê qedexeyê derkevin û ragîhand: "Parastina mafê kombûnê li Parîsê, beşek ji parastina azadiyê ye li Îranê."