Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê Kuwêyt û Behrêyn bi Êrîşa ser Îranê Tawanbar Kirin

11:36 - 3 Hezîran 2026

Wezareta Derve ya rejîma Îranê di daxuyaniyekê de, êrîşên vê dawiyê yên Amerîkayê li ser neftkêşeke Îranî li Tengava Hormozê û birceke ragihandinê li girava Qişmê şermezar kir û hikûmetên Kuweyt û Behreynê wekî berpirsyarê rasterast di vê operasyonê de da zanîn.

Di vê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku êrîşên sipêdeha 13ê Cozerdanê ji xaka her du welatên herêmê hatine kirin û ev yek ne tenê binpêkirina lihevkirina agirbestê ya 19ê Nîsanê ye, belku binpêkirina aşkera ya Destûra Neteweyên Yekbûyî û mafên navdewletî ye jî.

Wezareta Derve ya rejîma Îranê herwisa ragihand ku bikaranîna Amerîkayê ji xak, derfet û binkeyên serbazî yên li welatên herêmê ji bo encamdana operasyonên serbazî li dijî Îranê, van welatan di encamên çalakiyên vê dawiyê de dike şerîk. Di vê daxuyaniyê de bi awayekî berçav navê desthilatdarên Kuweyt û Behreynê wekî aliyên ku xwedî berpirsyariya rasterast in hatiye anîn.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Kuweytê roja çarşemê ragîhand ku êrîşa bi diron û raketan a Îranê li ser Balafirgeha Navdewletî ya Kuweytê bûye sedema sekinandin û guhertina rêrewa geştên esmanî.