Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

JD Vance: Tîma danûstandinkar a Îranê hemî fêlekê diceribînin

10:53 - 23 Hezîran 2026

JD Vance cihgirê Tiramp û serokê tîma Amerîka bo danûstandina digel rêjîma Îranê got: Îraniyan li rûniştina Siwîsê de gef xwarin ku ew ê danûstandinan terk bikin, lê neçûn û tîma wan a teknîkî niha di halê kar de ye.

Me ji îraniyan re got dema ku hûn qiseyên pûç û bêşine dikin, hûn nikarin li bendê bin ku Serokê Amerîkayê bersivê need, wate min jî gef ji wan kir, hekî hûn biçin, serokê Amerîka dê gelek xirab bîne seê we.

Tîma danûstandinkar a Îranê qebûl kiriye ku çavdêrên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Etomî careke din vegerin Îranê. Ev gaveke pir girîng e.

Pereyên Îranê nayên azadkirin heta ku em piştrast nebin ku ji bo xelkê Îranê têne xerckirin, ne ji bo amadekirina çekdarkirina komên terorîst.

JD Vance got: Tiştê ku Jared Kushner, qeterî û tevahiya tîmê bi dest xistine, bi dîtina min peymaneke klasîk a Tiramp e. Heke milk û darayiyên Îranê werin azadkirin, ew ê cotkarên Amerîkî dewlemendtir bikin û dê alîkariya têrkirinaxelkê Îranê bikin.

Wate Amerîka hekî pere jî bide Îranê, perê next û kaş nadê, belkû bedela pere dê genim û berhemên werzîgariyê dê bide, wê demê perê Îranê hemî dimîne dest Amerîka de.

Heke li herêmê aştî çênebe, Serok Tiramp hîn jî gelek bijarde di ber destê xwe de hene.