Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke hizba Demokrat sardana mala Kurdî li Torênto kir

10:56 - 23 Hezîran 2026

Roja Yekşemî, 31ê Cozerdana 1405an, li ser daxwaza mala Kurd li bajarê Torênto, şandeke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya birêz Kek Xalid Ezîzî Berdevê hizbê, sardana mala Kurdî kirin.

Di vê hevdîtinê de hejmarek ji Kurdên bajarê Torêntoyê û deverên derdor beşdar bûn.

Di heyama wê dîdarê de, kek Xalid Ezîzî behsa rol û girîngiya mala Kurd kir li geşedana kar û çalakiyên civakî û kultûrî, nasandina Kurd û nasnameya netewî, herwisa berevanî û piştgîrî li doza rewaya gelê Kurd, herwisa bi nirxandina hewil û tekoşîna karbidestan û endamên mala Kurd, sipasiya xwe bo wan xizmetguzariyan da xûya.

Li beşeke din de, îşare bi guhertinên siyasî û serbazî ên Rojhelata Navîn û şer û aloziyên navbera, Amrîka û Îranê, herwisa rol û pêgeha Kurd û hêzên siyasî ên Rojhelatê Kurdistanê li her guhertinek çaverênekirî de kir.

Dawiya dîdarê bo pirsyar û bersivan hatibû terxan kirin, ku têde amadebûyan çendîn pirs û mijarên cuda xistine ber bahs.